Kanala ROJAVA TV

LI QAMIŞLO SALVEGERA KOMELEYA ÇANDÊ YA SURYANAN HATE PÎROZKIRIN

li Qamişlo salvegera damezrandina Komeleya Çandê ya Suryanan bi şahiyekê hate pîrozkirin .
şahî li pêşiya avahiya komeleyê ya li bajarê Qamişlo bi beşdariya Şêniyên Suryan ên li Qamişlo û nûnerên Rêveberiya Xweseriya Demokratîk hate lidarxistin.
di şahiyê de li ser navê Komeleya Çandê ya Suryanan axaftin hatin kirin û hate gotin ku ew bi rêya komeleyê dixwazin çanda xwe ya kevnar geş bikin .
Komeleya Çandê ya Suryanan ji aliyê cîgirê serokê Yekitiya Rojnamevaniya Erebî ya Navneteweyî Hesen Zaza ve hat xelatkirin.
Şahiya salvegerê bi stranên Koma Koral Dar Niûm Faiq û pêşandan senevîzyoneke der barê kar û xebatên komeleyê de bi dawî bû.