NERAZÎBÛNÊN LI HEMBER BIRYARA LI DIJÎ GIRTIYÊN DOZA KOBANÊ ZÊDETIR DIBIN
Yekîtiya Parêzeran a Kontona Firatê û Meclisa Dada civakî ya kantona Efrîn û Şehbayê bi daxuyaniyên cuda biryara dewleta Tirk ya li dijî girtiyên doza Kobanê şermezar kirin û gotin, doza Kobanê doza rûmetê ye.
Karvedan û nerazîbûnên li dijî biryara dewleta Tirk a di derbarê girtiyên doza Kobanê de her ku diçin zêdetir dibin.
Têkildarî mijarê Yekîtiya Parêzeran a Kontona Firatê ji bo şermezarkirina cezayên dewleta Tirk ên li dijî siyasetmedarên Doza Kobanê, daxuyaniyek li ber avahiya yekitiyê ya li bajarê Kobanê da.
Di daxuyaniyê de hate diyarkirin ku serketina gelê Kobanê, Rojava û hezkiriyên aştî û biratiya gelan, careke din rûyê qirêj ê Erdogan û hikumeta wî derxist holê.
Her wiha yekîtiya parêzeran da zanîn ku, Erdogan bi cezakirina siyasetmedarên doza azadiyê dixwaze piştevaniya xwe ya ji bo DAIŞ’ê veşêre û tola binketina DAIŞ’ê hilîne.
Yekîtiya Parêzeran a Kontona Firatê di beşekî din a daxuyaniyê de got, ev biryar li dijî hiqûqa navneteweyî ye û bang li tevahî parêzerên li cîhanê û rêxistinên mafên mirovan kir ku, piştgiriyê bidin doza adilane ya girtiyan û li hember zilm û zordariyê serî hildin.
Têkildarî heman mijarê Meclisa Dada civakî ya kantona Efrîn û Şehbayê jî daxuyaniyek weşand û got, doza Kobanê doza rûmetê ye.
Her wiha da zanîn ku girtina siyasetmedarên doza Kobanê û birîna cezayên giran li dijî wan, derveyî pîvan û prensîpên navneteweyî û hiqûqî ye.
Meclisê got, tevî biryara dadgeha mafên mirovan a Ewrûpayê ya serbestberdana Selahettîn Demîrtaş û girtiyên din, lê Tirkiyê dîsa di kiryarên xwe de bi israr e.
Meclisa Dada civakî ya kantona Efrîn û Şehbayê cezayên dewleta Tirk bi tundî şermezar kir û banga mezinkirina asta têkoşînê kir.