Kanala ROJAVA TV

NAVENDA LÊNÊRÎNA CIVAKÎ BINGEHA DETAYÊN VEGERIYÊN KAMPA HOLÊ AVA DIKE

Navenda Lênêrîna Civakî li Reqayê ji bo piştgiriya kesên ku ji kampa “Holê” vedigerin dest bi avakirina binhgeheke dateyan dike.
Navenda Lênêrîna Civakî, bi vê yekê armanc dike ku wan vegeriyan ji nû ve tevlî civakê bike.

Navenda Lênêrîna Civakî ku ji aliyê Meclîsa Sivîl a Reqayê ve di sibata borî de hatiye vekirin, ji bo piştgirîkirin wan kesên ku ji kampa “Holê” vedigerin dest bi avakirina bingeheke dateyan kiriye.

Hevserokê Navenda Lênêrîna Civakî li Reqayê Monteser Fehmî, got berî ku navend were avakirin, xizmetguzariyên ku ji bo vegeriyan dihatin pêşkêşkirin, “bi taybetî ji aliyê rêxistinan ve, bêserûber bûn, lê niha navend li ser plansazîkirina stratejîk û çavkaniyên mirovî, dixebite

Hevseroka Navenda Lênêrîna Civakî Neîma El-Mihemed jî got ku navendê dest bi amadekirina databaseka hemû kesên ku ji Holê vedigerin kiriye, da ku bigihêje hemû pêdiviyên bi armanca piştgirîkirina wan ji aliyê qanûnî û aborî ve.

Ji bo çareserkirina pisgirêka rewşa malbetên Kampa Holê bi temamî, Rêveberiya Xweser gelek caran bang li welatên cîhanê dike ku awreyên xwe ji kampa Holê vekişînin, lê heta niha bangên Rêveberiyê bê bersiv mane.