RÊVEBERIYA XWESER LI QAMIŞLO DEST BI AVAKIRINA NEXWEŞXANEYEKÊ KIR
Desteya Tenduristiyê ya Rêveberiya Xweseriya Demokratîk a Kantona Cizîrê di civîneke çapemeniyê de ragihand ku wan dest bi avakirina nexweşxaneyeke jidayîkbûn û zarokan li Qamişlo kiriye.
Daxuyanî bi amadebûna hevseroka Meclisa Rêveber a Kantona Cizîrê Vîviyan Osê û cîgira hevserokatiya meclisê Ahîn Siwêd li cihê avakirina nexweşxaneyê hat xwandin.
Di daxuyaniya Desteya Tenduristiyê de hate diyarkirin ku Nexweşxane ji 3 qatan û pêvekekê pêk tê. Firehiya nexweşxaneyê 2 hezar û 800 metre çargoşe ye. Lêçûna nexweşxaneyê 2 milyon û 45 hezar dolarên amerîkî ye.
Nexweşxane li taxa Cemayê ya Qamişloyê tê avakirin û çave rê ye ku heta 15 mehên din bikeve xizmetê.