Kanala ROJAVA TV

LI REQAYÊ KONFERANSA RÊBERTÎ Û CIWANAN BI DAWÎ BÛ

Tevgera Ciwanên Şoreşger a Sûriyê li herêmên Reqa, Tebqa, Minbic û Dêrzorê bi diruşma ˊBi rihê ciwanan komplo têk bibin û cenga azadiyê ser bixinˊ Konfernasa Rêbertî û Ciwanan li dar xist.

Konferans li hola navenda çandê ya li Reqayê hat organîzekirin.

Di konferansê de bi dehan endamên Tevgera Ciwanên Şoreşger a Sûriyê, endamên Yekitiya Jinên Ciwan, endamên Meclisa Jınan a Sûriyê, endamên saziyên sivîl û leşkerî beşdar bûn.

di konferansê de axaftin hatin kirin û bal hate kişand ser pêwîstiya têkoşînê heta pêkanîna azadiya fîzîkî ya Rêber Abdullah Ocalan .

Konferans bi gelek encaman bi dawî bû ku ya herî girîng aktîvkirina rola ciwanan a ji bo belavkirina fikrê Rêber Abdullah Ocalan, lidarxistina Semîner, panel, atolye û li ser esasê şerê gel ê şoreşgerî têkoşîn were kirin