Kanala ROJAVA TV

ROMANA NIVÎSKAR EZÎZ XEMCIVÎN YA BI NAVÊ “EZ ERMENÎ ME” LI QAMIŞLO HATE ÎMZEKIRIN

Yekîtiya Rewşenbîrên Rojavayê Kurdistanê bi rêûresmekê romana nivîskar Ezîz Xemcivîn a bi navê Zabêl “Ez Ermenî me” li bajarê Qamişlo îmze kir.

Çalakiya îmzekirinê li navenda Yekîtiya Rewşenbîrên Rojavayê Kurdistanê bi amadebûna bi dehan rewşenbîr, nivîskar û helbestvanan hat lidarxistin.

Di çalakiyê de vîdyoklîpek ku tê de Ezîz Xemcivîn li ser romana Zabêl “Ez Ermenî me diaxive, hate pêşandan.

Her wiha Endamê Desteya Rêveber a Yekîtiya Rewşenbîrên Efrînê Zekeriya Efrîn li ser kar û jiyana nivîskar Ezîz Xemcivîn axivî.

Di dawiyê de romana Zabêl a bi navê “Ez Ermenî me” ji aliyê endamê desteya rêveber a Yekîtiya Rewşenbîrên Rojavayê Kurdistanê Zekeriya Efrîn ve li ser navê nivîskar Ezîz Xemcivîn ve hate îmzekirin.