BELGEFÎLMA JINWAR LI BAJARÊ QAMIŞLO HATE PÊŞANDAN
Li navenda çand û hunera Mihemed Şêxo ya bajarê Qamişlo belgefîlma gundê Jinwar hate pêşandan.
Belgefîlma ku bi derhêneriya Komîna Fîlm a Rojava hatiye amadekirin, dîroka gundê Jinwar, hevkarî û hevbeşiya jinan û çanda resen a civaka xwezayî radixe ber çavan.
Şêniyên bajarê Qamişlo pêl bi pêl berê xwe dan navenda çand û hunera Mihemed Şêxo û bi baldarî temaşeyî Belgefîlma Jinwar kirin.
Belgefîlma ku bi derhêneriya Komîna Fîlm a Rojava hatiye amadekirin, dîroka gundê Jinwar, hevkarî û hevbeşiya jinan û çanda resen a civaka xwezayî radixe ber çavan û li bîra temaşevanan tîne.
Belgefîlm ji 40 deqeyan pêk tê û kêşana wê ji 10’ê Adara 2017’an ve, anku ji dema avakirina gundê Jinwar ve dest pê kiriye.
Gundê Jinwar li bajarê Dirbêsiyê ye û weke yekemîn gundê jinan li ser asta Rojhilata Navîn e.
Belgefîlma gundê Jinwar ku amadekirina wê derdora 7 salan ajot, bala temaşevanan jî kêşa ser xwe û pê re serwextî rewş û jiyana li gund bûn.
Beriya niha ev belgefîlm di Festîvala Fîlmên Kurdî ya li bajarê Düsseldorf ê Almanyayê de hatibû pêşandan û biryar e niha bi rêzê li seranserî Rojavayê Kurdistanê were nimayîşkirin.