Kanala ROJAVA TV

PARTIYA KESK Û TEVGERA NÛJEN DÊ BI TIFAQEKE HEVBEŞ BEŞDARÎ HILBIJARTINAN BIBIN

Partiya Kesk a Demokrat û Tevgera Nûjen a Kurdistanê bi daxuyaniyekê ragihandin ku wan bi hev re tifaqeke hevbeş ava kirine, da ku beşdarî hilbijartinên şaredariyan bibin.

Daxuyanî bi amadebûna endamên her du aliyan li bajarê Qamişlo bi zimanê Kurdî hate xwendin.

Di daxuyaniyê de hate ragihandin ku lidarxistina hilbijartinên şaredariyan gaveke giring ya ber bi demokrasiyê ve ye.

Her wiha hate gotin, divê her kes bi vîn û îradeya xwe beşdarî pêvajoyê bibe û dengê xwe bi kar bîne.

Tifaqa Partiya Kesk a Demokrat û Tevgera Nûjen a Kurdistanê aşkere jî kir ku deriyê tifaqa wan li pêşiya tevahî alî û partiyan vekiriye.