Kanala ROJAVA TV

TEVGERA XWENDEKARÊN DEMOKRATÎK ENCAMÊN KONFERANSA XWE YA DUYEMÎN AŞKERE KIR

Tevgera Xwendekarên Demokratîk a Bakur û Rojhilatê Sûriyê di daxuyaniyekê de encamên duyemîn konferansa xwe ya li ser asta Bakur û Rojhilatê Sûriyê eşkere kir.

di daxuyaniyê de encamên ku ji konferansê derketine weke Hilbijartina endamên nû, hilbijartina aleke nû û guhertina navê Tevgera Xwendekarên Demokratîk bi “Yekîtiya Xwendekarên Welatparêz ên Sûrî ” hatin aşkerekirin

Her weha di daxuyaniyê de hat diyarkirin ku xwendekar Jînda Ehmed û Izedîn Mistefa weke koordînasiyonên giştî yên Yekîtiya Xwendekarên Welatparêz ên Sûrî û endamên Encûmena Giştî ya Yekîtiya Xwendekaran hatin hilbijartin.

di dawiya daxuyaniyê de, Yekîtiya Xwendekarên Welatparêz ên Sûrî di daxuyaniya xwe de bang li hemû xwendekaran kir ku cihê xwe di yekîtiya Xwendevanên Niştimanî yên Sûrî de bigirin û bi hemû hêza xwe ji bo bilindkirina asta zanist, zanîn, têkoşîn û berxwedanê kar bikin