YEKÎTIYA PARÊZARAN A KANTONA CIZÎRÊ PIŞTGIRIYA GIRTIYÊN “DOZA KOBANÊ” KIR
Yekîtiya Parêzaran a kantona Cizîrê bi daxuyaniyekê piştgiriya girtiyên “doza Kobanê” kir .
Di daxuyaniyê de yekitiyê piştgiriya xwe ji girtiyên “doza Kobanê” re nîşan da û diyar kir ku civata navneteweyî, desteyên NY’yê û rêxistinên hiqûqî berpirsên binxistina demokrasiyê li Tirkiyê ne.
her wiha yekîtiyê diyar kir ku bi saya berxwedana ji Kobanê dest pê kiriye, tevahî herêmên Bakur û Rojhilatê Sûriyê hatin rizgarkirin .
Her wiha yekîtiya parêzeran banga destpêkirina têkoşîneke berfirehtir li hember siyasetên dewleta Tirk a dagirker kir.