Kanala ROJAVA TV

LI TAXA ŞÊXMEQSÛD YA HELEBÊ BAXÇEYEKÎ RENGÎN YÊN GULAN HATIYE AVAKIRIN

Li taxa Şêxmeqsûd ya bajarê Helebê baxçeyekî rengîn yên kulîlkan hatiye avakirin û bi dehan cureyên kulîlkan yên reng bi reng tê de hene.

Xebatkarên baxçe diyar dikin, berhemên baxçe ne bi tenê li ser damûdezgehên Rêveberiya Xweser, lê belê li ser welatiyan jî bi nirxekî erzan tên belavkirin.

Şaredariya Gel a taxên Şêxmeqsûd û Eşrefiyê yên bajarê Helebê ji bo zêdekirina rûberên keskahiyê û ciwankirina dîmenên bajêr, berdewam di nava xebatê de ye.

Yek ji wan xebatên berfireh û dewlemend jî, xebatên avakirina vî baxçeyî yên kulîlk û çîçekên reng bi reng e.

Şaredariyê ev bar hilgirtiye ser milê xwe û bi awayekî berdewam xizmetguzariyê jê re pêşkêş dike.

6 xebatkar di vê projeyê de dixebitin.

Berhemên reng bi reng yên vî baxçeyê ne bi tenê li ser damûdezgehên Rêveberiya Xweser tên belavkirin, lê belê bi nirxekî erzan ji bo welatiyan jî tê firotin.

Digel ku li cîhanê krîza têkçûna rewşa hewa û jîngehê zêdetir dibe, lê li Herêma Bakur û Rojhilatê Sûriyê bi pêşengiya Rêveberiya Xweser û di çarçoveya pergala Neteweya Demokratîk de, gav û hewlên vejandina rewşa jîngehê zêdetir dibin.