HÊZÊN DAGIRKER JI BO TUNEKIRINA CIVAKEKÊ SERÎ LI QIRKIRINA ÇANDÎ DIDIN
Hêzên dagirker û qirker ji bo qirkirina civakakê destpêkê serî li qirkirina çandî û nasnameyî didin.
Rewşenbîrên kantona Reqayê diyar dikin, ji ber ku rojhilata navîn navenda şaristaniyê ye, ji lewre hêzên dagirker dixwazin vê çandê têk bibin.
Çand nasname û hebûna civakan in. Bi rêya mîrateya çandê resenî û cewherê civakan derdikeve holê.
Ji lewre hêzên dagirker û qirker, di siyasetên xwe yên qirkirinê de her dem serî li qirkirina çandî û nasnameyî dane.
Di aloziya Sûriyê de jî, çeteyên Tirkiyê û grûpên tundrew cihên dîrokî û çandî têk dan û ji nav birin.
Emîndarê pirtûkxaneya niştimanî ya Reqayê Ismaîl El kedî diyar dike, ji ber ku rojhilata navîn navenda şaristaniyê ye, ji lewre hêzên dagirker dixwazin vê çandê têk bibin.
Lêkolînerê folklora Kurdî Ebdulqadir Hemî jî got, hêzên dagirker ji bo mayîndekirina desthilatdariya xwe, şerê qirkirina çandî dimeşînin.
Di aloziya Sûriyê de û bi taybetî herêmên ku ji aliyê Tirkiyê ve hatine dagirkirin, bi awayekî berdewam deverên çandî û dîrokî têne talankirin û wêrankirin. Her wiha demografya herêmên dagirkirî jî tê guhertin.