Kanala ROJAVA TV

KOMPANYA PÊŞXISTINA ÇANDINIYÊ PERWERDEYÊ JI BO KARMENDÊN NAVENDÊN WERGIRTINA GENIM VEDIKE

Bi destpêkirina demsala çinîna zeviyan li herêmê, kampaniya pêşxistina çandiniyê rêzekomxebatên perwerdeyê ji bo karmendên navendên wergirtina genin li dar dixe.

Kompanya Pêşxistina Çandiniyê bi hevkariya Rêveberiya Çandinî û Avdaniyê ya rêveberiya xweser li kantona Reqa, Tebqa, Dêrezorê, Minbic û Firatê dest bi komxebatên perwerdeyê kiriye.

Li gorî komîteya amadekar armanc ji vê yekê pêşxistina pisporiyê li cem karmendan e û dê hefteyekê bidome.

Hêjayî bibîrxistinê ye ku Kompanya Pêşxistina Çandiniyê beriya niha ragihandibû ku wan hemû navendên wergirtinê li herêma bakur û rojhilatê Sûriyê amade kirine û dê di demeke nêzîk de roja wergirtina berheman diyar bikin.