Kanala ROJAVA TV

LI KOBANÊ HILBIJARTINÊN NAVXWEYÎ YÊN KONGRA STAR HATIN LIDARXISTIN

Li bajarê Kobanê kongra Star ji bo destnîşankirina namzeta xwe ya hevşaredariyê hilbijartinên navxweyî li dar xist.
2 jinan xwe ji bo hevşaredariyê berbijêr kirine û ya ku herî zêde dengan werbigire, dê li ser navê lîsteya Tifaqa Kongra Star û PYD’ê derbasî hilbijartinên 30’ê gulanê bibe.

Jinên bajarê Kobanê ne, qefle bi qefle berê xwe didin navenda dengdanê ya li naverasta bajêr û dengê xwe ji bo diyarkirina namzeta hevşaredariyê bi kar tînin.

Proseya dengdanê ji demjimêr 8 sibehê ve dest pê kir û di saet 4’an de bi dawî bû. 2 jinan xwe ji bo posta hevşaredariyê li ser lîsteya Kongra Star berbijêr kiribûn.

Destpêkê her du namzetan xwe bi dengdêran dan nasîn û behsa projeyên xwe kirin. Piştre jinan kaxez hilgirtin û îmzeyên xwe avêtin bin navên berbijêran.

Berbijêra hevşaredariyê ya bajarê Kobanê ya Kongra Star Mizgîn Elûş ji Rojava TV re behsa hestên xwe û beşdariya jinan dike.

Demjimêr 4 sindoqên dengdanê hatin girtin û komîteya hilbijartinan dest bi cudakirina û hejmartina dengan kir. Biryar e komîte bi daxuayniyekê navê namzeta serkeftî aşkere bike. Her wiha sibe jî dê hilbijartinên navxweyî li navçeyên kantona Firatê bêne lidarxistin.