Kanala ROJAVA TV

RÊXISTINÊN JINAN BI DAXUYANIYEKÊ LI BAJARÊ QAMIŞLO KUŞTINA JINAN ŞERMEZAR KIRIN

Tevger û rêxistinên jinan îro bi daxuyaniyekê li bajarê Qamişlo kuştina jinan şermezar kirin û tekez kirin ku ew ê wan dozan li dadgehan bişopînin.

Her wiha li gorî agahiyên taybet yên bi Rojava TV biryar e mala Jin a Qamişlo ji bo rawestandina kiryarên kuştina jinan, di demeke nêzîk de dest bi kampanyayekê bike.

Di heyama çand rojên derbasbûyî de li Herêma Bakur û Rojhilatê Sûriyê, çend rewşên kuştina jinan hatin tomarkirin.

Ji bo şermzarkirina bûyerên kuştina jinan Tevger û rêxistinên jinan îro li bajarê Qamişlo daxuyaniyek dan.

Di daxuyaniyê de kuştina jinan bi tundî hate şermezarkirin û daxwaza cezakirina kujeran hate bilindkirin.

Her wiha rêxistinên jin tekez kirin, şoreşa ku bi jinan dest pê kir, dê bi misogerkirina mafên jinan bigihêje serkeftinê. Beşdarên daxuyaniyê diyar kirin ku kuştina jinan rê li pêşiya têkbirina jiyanê vedike û divê ev yek demildest were rawestandin.Li Herêma Bakur û Rojhilatê Sûriyê bi dehan rêxistinên jinên yên ku berevaniyê di ber mafên jinan de dikin hene û berdewam di nava xebatê de ne.

Li gorî agahiyên taybet yên Rojava TV biryar e Mala Jin di demeke nêzîk de ji bo rawestandina kuştina jinan, dest bi kampanyayekê bike.