Kanala ROJAVA TV

TÎMÊN AGIRKUJÊ YÊN HESEKÊ JI BO PARASTINA ZEVÎYAN DI AMADEBAŞIYÊ DE NE

Li Kantona Hesekê tîmên agirkujê di 24 demijmêran de di amadebaşiyê de ne, da ku zevîyên gelê xwe biparêzin û rewşên şewatê sînordarbikin.

di çarçoveya perspektîfên komînal de û Ji bo parastina zeviyan û mewsima çandiniyê ji rewşên şewatê, her kes ketiye seferberiyê de.tîmên agirkujê li Kantona Hesekê jî her di nava amadebaşiyê de ne û 24 demijmêran bê navber û westan di rewşeke awerte dene.

Berpirsê Beşa perwerde û amadebaşiyê di Tîma Agirkujê ya kantona hesekê Îbrahîm Hisên da zanîn ku ji destpêka mewsima çandiniyê ve wan tîmên agirkujê avakirin ji bo rê li ber rewşên şewatê bigrin.

Îbrahîm Hisên got divê her kes bi rihekî komînel xwedî li berhem û zevîyên xwe derkevin û ewê jî her dem ji bo parastina debara gelê xwe di rewşa awerte de bin.

ev çend salin dewleta tirk a dagirker bi her mewsima çandiniyê re êrîşên xwe zêdetir dike û bi israr hewil dide debara gel tune bike.

mînaka wê jî li ber çavane ku duh di encama topbarana dewleta tirk de 200 hektar zeviyên çandiniyê û nêzî 3 hezar darên zeytûnan şêwitîn.