KOMÎSERIYA BILIND A HILBIJARTINAN PÊŞWAZIYÊ LI DAXWAZÊN NAMZETBÛNÊ DIKE
hevseroka Komîseriya Bilind a Hilbijartinan a Herêma Bakur û Rojhilatê Sûriyê Rûken Mele Îbrahîm axivî û sedema paşxistina hilbijartinan ji bo 11’ê meha Hezîrana bê diyar kir.
Rûken Mele Îbrahîm şertên namzetbûna ji bo kesên serbixwe, partî û hevbendiyan diyar kir û got divê her kes û alî li gorî şert û mercên ku hatine diyarkirin, tevbigerin.
Duh anku, 12’ê Gulanê Komîseriya Bilind a Hilbijartinan bi daxuyaniyekê deriyê xwe li pêşiya namzetbûnê ji bo partî, tevger û kesayetên serbixwe vekir.
Her wiha komîseriyê di daxuyaniya xwe de şert û mercên namzetbûnê jî aşkere kir û got:” divê kesê serlîlêder niştecihê herêmê be û temenê wî ne di biniya 18 salan re be.
Di vê çarçoveyê de hevseroka Komîseriya Bilind a Hilbijartinan a Herêma Bakur û Rojhilatê Sûriyê Rûken Mele Îbrahîm ji Rojava TV re axivî û sedema paşxistina hilbijartinan ji bo 11’ê meha Hezîranê aşkere kir.
Rûken Mele Îbrahîm şertên nemzetbûna ji bo kesên serbixwe, partî û hevbendiyan diyar kir û got, divê her kes û alî li gorî şert û mercên ku hatine diyarkirin, tevbigerin.
Dê deriyê nemzetbûnê heta 18’ê Gulanê li pêşiya namzetan vekirî be, her wiha di rojên betlaneyan de jî dê komîteyên hilbijatinan li cihê namzetbûna amade bin û pêşwaziyê li daxwazên serlîlêderan bikin.