Kanala ROJAVA TV

WELATIYÊN HERÊMÊ SERÎ LI DANÎNA SÎSTEMÊN ENERJIYA ROJÊ DIDIN

Li Herêma Bakur û Rojhilatê Sûriyê piştî êrîşên dewleta Tirk ên li dijî stasyonên elektrîkê, welatiyên herêmê sîstema enerjiya rojê bi kar tînin.
Xwediyê firoşgeheke panêlên enerjiyê dibêje, daxwaz li ser erenjiya rojê heye, lê ji ber bilindbûna nirxên wan her kes nikare bikire.

Ji ber êrîşên dewleta Tirk a dagirker yên li dijî binesaziya herêmê, stasyonên elektrîkê rûxiyan û ji kar ketin.

Ji ber rûxana stasyonên elektrîkê, welatiyên herêmê berê xwe didin danîna sîstema enerjiya rojê.

Herçend nirxên wan buha bin û ne li gorî dahatên her kesî bin jî, lê ji bo dabînkirina enerjiyeke saxlem û parastina jîngehê, welatiyên herêmê serî li bikaranîna erenjiya rojê didin.

Xwediyê firoşgeheke panêlên enerjiya rojê ji Rojava TV re aşkere kir ku, piştî êrîşên Tirkiyê daxwaz li ser wan zêde bû.

Welatiyên herêmê diyar dikin, ji ber ku dahata her kesî têrê nake panêlên enerjiya rojê bikire, ji lewre divê ku nirxê wan hinekî bê kêmkirin.

Di van salên dawiyê de li seranserî cîhanê weke enerjiya alternatîv û ji bo kêmkirina bandorên neyînî yên jeneratoran, sîstema enerjiya rojê tê bikaranîn. Li Bakur û Rojhilatê Sûriyê jî ev yek pêk tê, lê daxwaz kêmkirina nirxan e.