Kanala ROJAVA TV

LI BAJARÊ TIRBESPIYÊ DENGDANA NAVXWEYÎ YA KONGRA STAR BI RÊ VE ÇÛ

Ev yek ji navendên dengdanê li bajarê Tirbespiyê ye. Ji demjimêr 8 sibehê ta bi 5’ê berev êvarê ve jin herikîn ser sindoqan û dengê xwe bo destnîşankirina namzeta şaredariyê bi kar anîn.

Ji bilî navenda bajêr li 4 navçeyên din jî sindoqên dengdanê hatibûn danîn. 3 namzetên jin xwe ji bo posta hevşaredariyê berbijêr kiribûn.

Namzeta herî serkeftî dê li ser tifaqa Kongra Star û PYD’ê derbasî hilbijartinên giştî yên 30’ê gulanê bibe.

Dayîkeke ku dengê xwe bi kar anî, weha behsa hestên xwe kir.

Piştî bidawîbûna proseya dengdanê namzeta serkeftî hate diyarkirin. Namzeta serkeftî ji Rojava TV re behsa proje û planên xwe dike.

Roja 17’ê mehê Kongra Star û PYD’ê ji bo hilbijartinên şaredariyan tifaqeke hevbeş ava kiribûn. Di wê çarçoveyê de her du alî hilbijartinên navxweyî li dar dixin û namzetên xwe diyar dikin.

Biryar e ev prose heta destpêka gulanê bidome û piştre lîsteya giştî ya namzetan were ragihandin.