QONAXA DUYEMÎN A HILBIJARTINÊN DESTPÊKÊ LI HESEKÊ DIDOME
Li Hesekê qonaxa duyemîn a hilbijartinên pêşwext, ji bo hilbijartina namzetên hilbijartinên dawî yên şaredariyên Bakur û Rojhilatê Sûriyê yên ku divê di dawiya meha Gulanê de bên lidarxistin, dest pê kir
Sindoqên dengdanê ji bo hilbijartina namzetan, li sê navendên xeta “rojhilat, başûr û rojava” hatine danîn .
Sindoqa yekem li dibistana can Hecar li Salhiyê hat danîn, ya duyemîn li hola komînan a li taxa Kalasê û ya sêyemîn li navenda hêza parastina cewherî hatin danîn.
Di hiljartinan de 6 namezet ji Partiya Yekîtiya Demokratîk navê xwe dan û gel dengê xwe didin wan.