Kanala ROJAVA TV

LI GIRKÊ LEGÊ KONGRA STAR HILBIJARTINÊN NAVXWEYÎ LI DAR DIXE

Kongra Star li Girkê Legê ji bo destnîşankirina namzetên jin a ji bo hvserokatiya şaredariyan, hilbijartinên navxweyî li dar dixe.

Proseya dengdanê ji demjimêr 8 sibehê ve dest pê kiriye û dê heta êvarê didome.

Piştre dê sindoq werin vekirin û berbijêra ku herî zêde deng wergirtiye dê weke namzet were destnîşankirin.

Di van hilbijartinên navxweyî de endamên Kongra Star, malbatên şehîdan, rêxistinên jin û dayikên welatparêz dengê xwe bi kar tînin.

Berîya niha PYD û Kongra Star tifaqeke hevbeş ji bo hilbijartinên 30 ragihandibûn.