Kanala ROJAVA TV

LI QAMIŞLO KONGREYA EKOLOJIYÊ DEST PÊ KIR

Desteya Jîngehê ya Herêma Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê konferansa xwe ya yekemîn bi dirûşma “Bi paradîgmaya ekolojîk Rêber Apo bi awayekî fîzîkî azad bikin û doza Kurd çareser bikin” li Zanîngeha Rojava ya Qamişlo dest pê kir.

Kongir bi tevlîbûna 120 delege ji nûnerên Rêveberiya Xweseriya Demokratîk, partiyên siyasî, rêxistinên civakî û rêxistinên sivîl bi rêve diçe.

Di bernameyê de mijarên: “Ekolojî di modernîteya demokratîk de”, “Meşandina têkoşîna ekolojîk li kêleka têkoşîna li dijî mêtingerî û kapîtalîzmê”, “Hevkariya di navbera rêxistin û tevgerên li herêma Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê de” dê bên nîqaşkirin.

Li gorî komîteya amadekar, kongre dê 2 rojan dewam bike û dê mijarên Ekolojî bên nîqaşkirin.