Kanala ROJAVA TV

LI KOBANÊ ŞAHIYEK JI BO GAZIYÊN ŞER HAT LIDARXISTIN

Tevgera Hîlala zêrîn û navenda Çand û Hunera Baqî Xido ya bajarê Kobanê, şahiyek ji bo gaziyên şer û malbetên wan li dar xistin.

Şahî li navenda çand û hunerê ya Baqî Xido li dar ket û tê de bi dehan gazîyên şer, malbat û zarokên şehîdan beşdar bûn.

piştî deqeyeke rêzgirtinê ji bo giyanên şehîdan, axaftin li ser navê gaziyên şer hat kirin û tê de tekeziya li ser berxwedana gaziyên şer û şehîdan hat kirin.

Şahî li ser dengê muzîk û girtina dîlanên folklorî bi dawî bû.