Kanala ROJAVA TV

BAXÇEYÊ SEROKATÎ MEQSEDA ŞÊNIYÊN ŞÊXMEQSÛD Û EŞREFIYÊ YE

Li taxên Şêxmeqsûd û Eşrefiyê yên Helebê ku bi awayekî berdewam rastî dorpêça Hikumeta Şamê tên, pêwistiya gel bi dever û cihên bêhnvedanê heye.

Ji bo pêkanîna vê yekê gel berê xwe didin baxçeyê Serokatî ya ku li gundê Pinû ya ser bi devera Şiqêfê ve dikeve û çavên xwe bi yek ji bedewtrîn baxçeyên taxê kêfxweş dikin.

Şervanê YPG’ê Fedekar Efrîn ji Rojava Tv re behsa avakirina baxçeyê Serokatî û giringiya wê kir.

Her wiha şervanê YPG’ê Armanc Qendîl ê ku tev hinek ji hevalên xwe xwedî li parastin û xizmetkirina vî baxçeyî derdikevin, destnîşan kir ku serokatî ji xweza û daran hez dikir, lewma ew jî wê çandê biparêzin.

Baxçeya Serokatî ya li Helebê ji dema 9 salan ve hatiye avakrin û di nava xwe de darên fêkî û yên cur be cur dihewîne.

Her wiha odeyek ku tê de hemû fotografên serokatî yên ji 7 salî heta 70 salî hatine bicihkirin, heye.