Kanala ROJAVA TV

KONGRA STAR Û PYD’Ê JI BO AMDEKARIYÊN HILBIJARTINÊN NAVXWEYÎ DI NAVA TEVGERÊ DE NE

Kongra Star û Partiya Yekîtiya Demokratîk PYD’ê amadekariyên xwe yên ji bo hilbijartinên navxweyî ku dê di 27’ê vê mehê de pêk bê, civînek li Gundê Girbawî li dar xist.

Di civînê de Kongra Star û Partiya Yekitiya Demokratîk PYD’ê sîstem û piroseya hilbijartinên şaredariya bi beşdaran re nîqaş û rave kirin.

Piştre navên du namzetan li gundê Girbawî yê girêdayî bajarê Qamişlo hatin ragihandin ew jî Nedwa Îbrahîm û Hêlîn Xalid in.

Di dawiya civînê de her du namzetan xwe dan nasîn û soza bicihanîna hêviyên gelê xwe û xizmeteke baş dan.