Kanala ROJAVA TV

ŞÊNIYÊN QAMIŞLO: DIVÊ PDK’Ê DEMILDEST DEST JI XETA XIYANETÊ BERDE

Şêniyên bajarê Qamişlo bi meşeke girseyî êrîşên dewleta Tirk a dagirker ên li dijî herêmên parastinê yên medyayê û hevkariya PDK’ê şermezar kirin.

Meş bi pêşengiya Tevgera Ciwanên Şoreşger û bi beşdariya sedan kesî ji Çerxerêya Şehîd Azad dest pê kir û li qada Şehîd Rûbar veguherî mitîngê.

Di meşê de ciwanan meşale geş kirin û berxwedana gerîlayên azadiyê silav kirin.

Her wiha axaftin jî hatin kirin û hevkariya PDK’ê ya bi dagirkeriya Tirk re hate şermezarkirin.

Meş bi dirûşme û siloganên Berxwedan Jiyan e bi dawî bû.