Kanala ROJAVA TV

KOÇBERÊN EFRÎNÎ ÊRÎŞÊN LI DIJÎ HERÊMÊN PARASTINÊ YÊN MEDYAYÊ ŞERMEZAR KIRIN

Bi navê însiyatîva gel, îro bi sedan koçberên Efrînî û şêniyên Şehbayê xwepêşandaneke girseyî li dar xistin û tê de êrîşên dewleta Tirk ên li ser herêmên parastinê yên medyayê şermezar kirin.
Xwepêşandan li ber Parka 4’ê Nîsanê ya li gundê Maratê dest pê kir û li nêzî parka navçeya Ehdas veguherî mîtîngê.
Piştî deqeyeke rêzgirtinê, li ser navê rêveberiya kantona Efrîn û Şehbayê Ferhan Kobanî axaftinek kir û diyar kir ku berxwedan û hevgirtina gelan wê bi ser bikeve.
Xwepêşandan bi berzkirina dirûşmeyên “bijî Gerîla, bimre îxanet” bi dawî bû.