Kanala ROJAVA TV

MECLISA JINÊN SÛRIYÊ AMADEKARIYÊN LIDARXISTINA KONFERANSA XWE YA YEKEMÎN DIKE

MÎDYA MIDEWER - ENDAMA MECLISA JINÊN SÛRIYÊ

Komîteya Amadekar a Meclisa Jinên Sûriyeyê ji bo lidarrxistina konferansa xwe ya yekemîn xebatên berfireh dimeşîne.
Endama Meclisa Jinên Sûriyê Mîdya Midewer diyar kir ku beşdariyeke berfireh ji hemû herêmên hundirê Sûriyê heye û got ku dê piştî konferansê gelek guhertinên nû pêk werin.
Meclisa Jinên Sûriyê ji roja damezirandina xwe ve, girîngîyê dide jinan û rê li ber wan vedike ku beşdarî nava qadên siyasî, aborî, ragihandin û hemû qadên din bibin.
Li gorî agahiyan piştî lidarxistina konferasnê dê gelek proje jî ji bo jinan werin pêşkêşkirin.