Kanala ROJAVA TV

TEVGERA JINÊN CIWAN A REQAYÊ ÊRÎŞÊN DAGIRKERIYÊ Û TECRÎDA LI SER RÊBER APO ŞERMEZAR KIR

Yekîtiya Jinên Ciwan a kantona Reqayê ji bo şermezarkirina êrîşên dagirkeriyê yên dewleta Tirk ên li ser herêmên Metîna û şkandina tecrîda li ser Rêber Abdullah Ocalan meşeke girseyî li dar xist.
Meşa ku bi sedan jinên Reqayê, nûnerên saziyên sivîl û leşkerî tê de beşdar bûn, ji ber Nexweşxaneya Zarokan dest pê kir û ber bi Qada Jinê ve berdewam kir.
Li qada Jinê meş veguherî mîtîngê û li ser navê Yekîtiya Jinên Ciwan û Meclîsa Rêveber a kantona Reqayê axaftin hatin kirin û tekezî li ser berdewamiya projeya neteweya demokratîk û yekîtiya gelên herêmê hate kirin.
Beşdarên meşê bi berzkirina dirûşmeyan, êrîşên dagirkeriyê şermezar kirin û daxwaza rakirina tecrîda li ser Rêber APO kirin.