Kanala ROJAVA TV

126 SAL DI SER ROJA ROJNAMEGERIYA KURDÎ RE DERBAS DIBIN

Di 22’ê Nîsana 1898’an de yekem rojnameya Kurdî bi navê Kurdistanê li Qahîreya paytexta Misirê hat çapkirin. Duh rojnamegeriya Kurdî 126 salên xwe tijî kir.

Di rêwîtiya van salan de rojnamegerên kurd gelek gav û destkeftiyên pîroz bi dest xistin.

Ji rojnameya Kurdistanê, îro bi dehan rojname, kovar, televizyon, radio, û ajansên kurdî hatin vekirin.

Bi vê boneyê rojnamevanên kantona Reqayê gotin, ev roj rojeke dîrokî û bi wate ye.

Rojnamevanên Reqayê da zanîn ku divê hemû rojnamevan xwedî li rojnameya kurdî derkevin û hîna bêhtir xwe di nava çapemeniyê de kûrtir bikin.

Piştî destpêkirina çirûsika şoreşa 19 tîrmehê li Bakur û Rojhilatê Sûrîyê çapemeniyê jî rol û misyoneke mezin lîstî û rola jin jî ne kêm bû.
nimuneya wê jî îro li herêmê 400 jin xebatên ragihandinê dikin û gavên mezin diavêjin.