Kanala ROJAVA TV

OPERASYONA QSD’Ê YA LI DIJÎ ŞANEYÊN DAIŞ’Ê BI XURTÎ LI HESEKÊ DEWAM DIKE

liv û tevgera şaneyên çeteyên Daiş’ê di dema dawiyê de bi êrîşên dagikeriya Tirk re li herêmê zêde bû û gelek êrîşên terorîst li herêmê pêk anîn.

QSD’ê bi hevkariya YPJ û Hêzên Ewlekariyê di 20’ê Nîsanê de operasyoneke berfireh ji bo pûçkirina tevgera şaneyên çeteyên DAIŞ li Hesekê li dar xistin.

Berpirsê Navenda Ragihandinê ya YPG’ê Siyamend Elî ji Rojava Tv re agahiyên berfireh dan û got, çeteyên ku di operasyonê de hatine girtin, destê wan di gelek êrîşên terorîstî yên li ser herêmê de hebûn.

Hêzên Sûriya Demokratîk QSD’ê bi hevkariya YPJ’ê û hêzên Ewlekariya hundirîn, di 20’ê Nîsanê de operasyoneke berfireh ji bo pûçkirina tevgera şaneyên çeteyên DAIŞ li tax û derdora bajarê Hesekê li dar xistin.

3’ê roj in operasyon bi xurtî û hesasiyet dewan dike, Navenda Ragihandinê ya QSD’ê jî duh bîlançoya 2 rojên operasyonê ragihand û got, heta niha zêdetirî 40 kes bi gumana endamtiya şaneyên DAIŞ`ê, hatine girtin.

Berpirsê Navenda Ragihandinê ya YPG’ê Siyamend Elî ji Rojava Tv re agahiyên berfireh dan û got, çeteyên ku di operasyonê de hatine girtin, destê wan di piraniya êrîşên terorîstî yên li ser herêmê de hebûn.

Di nava operasyonê de miqdareke mezin ji çek û çebilxaneyan jî ligel çeteyan hatin desteserkirin, di vê derbarê de Siyamend Elî aşkere kir ku, li gorî itîrafan ew çek ji herêmên dagirkirî hatine derbaskirin.

Her çendî hêzên Sûriyaya Demokratîk operasyonên berfirah li dijî şaneyên razayî yên Daiş’ê li dar dixe, lê êrîşên dagirkeriya Tirk li dijî herêmê rê li ber jinûve zindîbûna çeteyan vedike.