Kanala ROJAVA TV

BANGÊN JI BO AZADIYA FÎZÎKÎ YA RÊBER APO ZÊDETIR DIBIN

Zêdeyî 3 sal in agahî ji Rêber Abdullah Ocalan ku zêdeyî 25 sal in di bin şert û mercên tecrîdê de li Girtîgeha Îmraliyê tê ragirtin, nayê girtin.

Mafê Rêber Abdullah Ocalan ê hevdîtina bi parêzer û malbatan re bi temamî hatiye desteserkirin.

Di vê derbarê de xelkên kantona Reqayê banga bilindkirina asta tekoşînê kirin.

Welatiya bi navê Emîne Hac Elî diyar kir ku heta noqteyek xwîn di canê wan de hebe, dê li ser fikir û felsefeya Rêber Apo bimeşin.

Ji aliyê xwe ve welatiyê bi nava Ehmed Xelîl da xuyakirin ku fikirê Rêber Ocalan û projeya neteweya demokratîk tenê dikare me ji zor û zehmetiyan xilas bike.

Li her deverê tecrîda girankirî ya li dijî Rêber APO û qedexekirina pêkanîna hevdîtinan tê şermezar kirin.
Her wiha tekezî li ser pêkanîna azadiya fîzîkî ya Rêber APO tê kirin.