Kanala ROJAVA TV

KONGREYA ÎSLAMA DEMOKRATÎK LI QAMIŞLO PANELEK LI DAR XIST

Kongreya Îslama Demokratîk li ser asta kantona Cizîrê bi sernavê Rêber Abdullah Ocalan û ol panelek li dar xist.
panel bi durişmeya “Ji Abdullah Ocalan re azadî, ji bo pirsgirêka Kurd çareserî” li bajarê Qamişlo hate lidarxistin.
di panelê de mela, nûnerên partiyên siyasî, rêxistinên civaka sivîl, Kongra Star û PYD amade bûn .
Her wiha di panelê de 3 xal hatin nîqaşkirin ew jî, Îslama Demokratîk di nêrîna rêbertî û têgeha neteweya Demokratîk de, jin di rojhilata navîn de û têgîna îslama Demokratîk bûn.