Kanala ROJAVA TV

KOMBÛNA JINÊN ZENÛBYA DÊ BI NAMZETÊN XWE TEVLÎ HILBIJARTINÊN ŞAREDARIYAN BIBE

Meclisa Kombûna Jinan a Zenûbya bi daxuyaniyekê ragihand ku, ew ê bi namzetên xwe tevlî hilbijartinên şaredariyan ên 30’ê gulanê bibin.
Daxuyaniya Kombûna Jinan a Zenûbya bi amadebûna endamên wê, nûnerên saziyan jinan, partiyên siyasî û hêzên leşkerî li Reqayê hate xwendin.
Di daxuyaniyê de hate aşkerekirin ku wan biryara xwe daye dê bi namzetên xwe beşdarî hilbijartinên şaredariyan bibin.
Her wiha da zanîn ku deriyê wan li pêşiya lihevkirina bi alî û tifaqên siyasî re vekiriye.
Kombûna Jinan a Zenûbya ji jinan daxwaz kir ku xwe berbijêr bikin û nûnertiya vîna xwe bikin.
Li gorî daxuyaniyê, beriya hilbijartinên giştî dê hilbijartinên destpêkî yên navxweyî jî werin lidarxistin.
Partiya Sûriya Pêşerojê jî duh ragihand ku ew ê tevlî hilbijartinan bibin.