Kanala ROJAVA TV

LI HEMBERÎ HEDEFGIRTINA JINÊN PÊŞENG NERAZÎBÛN ZÊDETIR DIBIN

jinên Amûdê bertek nîşanî êrîşên dagirkeriya dewleta Tirk dan û gotin armanca dewleta Tirk qirkirina gelê Kurd e .
her wiha jinan tekez kirin ku dewleta Tirk ji hêz,vîn û destkeftiyên jinan ditirse, lewma wan dike hedefa êrîşên xwe .

Dewleta Tirk a dagirker careke din pêla êrîşên xwe li dijî Herêma Bakur û Rojhilatê Sûriyê, zêdetir kiriye.

Êvara 18’ê Nîsanê dewleta Tirk a dagirker erebeya rêvebera rêxistina Sara ya kantona Firatê Helîma Osman bombebaran kir.

Di encamê de Helîma bi giranî birîndar bû û lingekî xwe ji dest da. Her wiha hevjînê wê Elî Mistafa Osman jî birîndar bû.

Jinên Amûdê bertek nîşanî êrîşên dagirkeriya dewleta Tirk dan û gotin armanca dewleta Tirk qirkirina gelê Kurd e.

Her wiha jinên Amûdê tekez kirin ku dewleta Tirk a dagirker ji hêz, vîn û destkeftiyên jinan ditirse, lewma wan dike hedefa êrîşên xwe .

Li hemberî hedefgirtina jinên pêşeng, li seranserî Herêma Bakur û Rojhilatê Sûriyê nerazîbûn zêdetir dibin û bang li civaka navdewletî tê kirin ku êrîşên dagirkeriyê rawestînin .