Kanala ROJAVA TV

KOMÎTEYA AMADEKAR A HILBIJARTINAN AMADEKARIYÊN HILBIJARTINÊN ŞAREDARIYAN ŞÎROVE DIKE

Amadekariyên lidarxistina hilbijartinên şaredariyan bi awayekî rêkûpêk ji aliyê komîte û dezgehên peywendîdar ve tên kirin.
endamên Komîtya Hilbijartinan a Bajarê Qamişlo ji Rojava tv re axivîn û gotin dê hilbijartin di atmosfereke demokrat de bêne lidarketin.

Herêma Bakur û Rojhilatê Sûriyê dê di 30’ê gulanê de pêvajoyeke dîrokî bijî ku ew jî lidarxistina hilbijartinên şaredariyan e.

Piştî ku komîseriya bilind a hilbijartinan roja lidarxistinê diyar kir, partî û aliyên siyasî jî dest bi xebatên xwe kirin.

Têkildarî amadekarî û plansaziya rêveçûna hilbijartina berdevkê Komîtya Hilbijartinan ya Bajarê Qamişlo Mihemed EbdElrehîm ji Rojava tv re axivî û behsa amadekariya navendên hilbijartinan û çawaniya belavkirina çavdêran li ser sendoqan kir.

Endama komîteya hilbijartinan ya bajarê Qamişlo Menîce Heyder jî da zanîn ku amedakarî di asteke bilind de ne.

Hilbijartinên Şaredariyan yekemîn hilbijartin e ku dê piştî erêkirina Hevpeymana Civakî li herêma Bakur û Rojhilatê Sûriyê were lidarxistin.

Rêveberiya Xweser hêvî dike ku ev hilbijartin bi aramî bighên serî û gel bi xwe îradeya xwe bi cih bîne.