Kanala ROJAVA TV

NEXWEŞXANEYA KESRA YA DÊRAZORÊ NAVENDA SEREKE YA DERMANKIRINA NEXWEŞAN E

⁣Nexweşxaneya Kesra ya Dêrazorê ku bi sponseriya desteya tenduristiyê ya Rêveberiya Xweser hatiye avakirin, bi awayekî rojane pêşwaziyê li sedan nexweşan dike û bûye navenda yekemîn a dermankirina nexweşan.

Rêveberê nexweşxaneyê diyar kir ku, ew gelek xizmetên tenduristiyê pêşkêş dikin.

Ev nexweşxaneya Kesra ya li kantona Dêrazorê ye ku bi sponseriya desteya tenduristiyê ya Rêveberiya Xweser hatiye avakirin.

Nexweşxane di nava xwe de bi dehan beşên cuda dihewîne û tîmên tenduristiyê yên pispor tê de cihê xwe digrin.

Nexweşxaneya Kesra ku deriyê wê 24 saetan li pêşiya nexweşan vekiriye, rojane pêşwaziyê li sedan nexweşan dike.

Rêveberê nexweşxaneyê behsa karûxebatên xwe dike.

Welatiyên Dêrazorê diyar dikin ku ew ji xizmetên tenduristiyê yên nexweşxaneyê razî ne.

Sala derbasbûyî Rêveberiya Xweser kongreya Xurtkirina Ewlehî û Aramiyê li kantona Dêrazorê li dar xist û tê de tekezî li ser geşkirina tevahî qadên jiyanê, mayîndekirina aramiyê û zêdekirina derfetên kar kir.

Ji lewre rêveberî di wê çarçoveyê de xebatên xwe didomîne.