Kanala ROJAVA TV

ROJNAMEVANÊN KOBANÊ: WEŞANDINA ROJNAMEYA KURDISTANÊ DESTKEFTIYEKE DÎROKÎ BÛ

Bi boneya salvegera rojnamegeriya Kurdî, rojnamevanên bajarê Kobanê ji Rojava TV re axivîn û gotin, weşandina rojnameya Kurdistanê destkeftiyeke dîrokî bû.
Her wiha Rojnamevanan diyar kirin ku, çiqasî dewleta Tirk êrîşî me bike, lê dê ti carî nekare vîna me bişkîne.

Di şoreşa Rojavayê Kurdistanê de rojnamevan barên giran hildigrin ser milên xwe û ji bo ragihandina rastî û reseniya şoreşê, bênavber di nava karûxebatê de ne.

Di demên şopandin û romalkirina şer û pêvajoyên giring de, bi dehan rojnamevan ji aliyê dewleta Tirk ve hatin şehîdxistin.

Bi boneya salvegera roja rojnamegeriya Kurdî, rojnamevanên bajarê Kobanê ji Rojava TV re axivîn û gotin weşandina rojnameya Kurdistanê destkeftiyeke dîrokî bû.

Her wiha Rojnamevanan diyar kirin ku, çiqasî dewleta Tirk êrîşî me bike, lê dê ti carî nekare vîna me bişkîne.

Ji Rojnameya Kurdistanê ta bi Med TV û şoreşa Rojavayê Kurdistanê, rojnamevanên Kurd her tim ji bo ragihandina dengê rastiyê têkoşiyane û têsikoşin.