Kanala ROJAVA TV

JINÊN HERÊMA BAKUR Û ROJHILATÊ SÛRIYÊ DI HER WARÎ DE GAVÊN GIRING DIAVÊJIN

Ketina jinan nava qada hilbijartinan de, bi taybetî hilbijartinên şaredariyan ku wê di dawiya meha bê de bên lidarxistin, xaleke giring e ji bo tekezkirina maf û rola wan di civakê de.

Ji ber veguhertinên civakî û siyasî yên ku didomin, li herêma Bakur û Rojhilatê Sûriyê girîngiya beşdarbûna jinan ya di navendên biryardanê de her diçin diyar dibin.

Di avakirina civakeke pêşketî ya zanistî, aborî û çandî de, bihêzkirina jinan û tevlêkirina wê di hemû qadên biryardanê de, weke faktoreke bingehîn tê dîtin.

Girêdayî mijarê, endama Komîteya Perwerdeyê ya Hevgirtina Jinan a Zenûbya Kînane Ebdo diyar kir ku jinên Bakur û Rojhilatê Sûriyê êdî dikarin roleke girîng bilîzin û beşdarî hilbijartinan bibin.

Ji aliyê xwe ve Hevseroka Meclisa Karûbarên Civakî ya Reqayê Neîma Mihemed tekez kir ku hebûna jinan di cihên girîng ên biryardayînê de belgeya serkeftina pêwîstiya civakê bi wê nîşan dide .

Ji roja damezirandina rêveberiya xweser ve, jin di her alî de tova bingehîn ya girtina biryaran in û dê bi îradeya xwe ya xurt vê yekê her tim biparêzin.