Kanala ROJAVA TV

RÊXISTINÊN CIVAKA DEMOKRATÎK LI REQAYÊ ROJA CÎHANÎ YA KEDKARAN PÎROZ KIRIN

Rêxistinên civaka demokratîk û Yekîtiya kedkaran a kantona Reqayê bi boneya Roja Cîhanî ya Kedkaran, şahiyek li stadyûma Tac a bajêr li dar xistin.
Di şahiyê de hemû saziyên sivîl û leşkerî, partiyên siyasî, rêxistinên civaka demokratîk û hejmareke mezin ji şêniyên kantona Reqayê amade bûn.
Şahî bi deqeyeke rêzgirtinê ji bo giyanê şehîdan dest pê kir, paşê hevserokatiya rêxistinên civaka demokratîk axaftina bixêrhatinê kir û fedekariya kedkarên Bakur û Rojhilatê Sûriyê ya di avakirina bajarê wêrankirî de, silav kir
Şahî bi girtina govendê û gotina stranên kevneşopî bi dawî bû.