Kanala ROJAVA TV

DABEŞKIRINA RÊVEBERÎ YA NÛ YA RÊVEBERIYA XWESER DÊ BI ÇI AWAYÎ BE?

Meclisa Gelan a Demokratîk a Rêveberiya Xweser a Herêma Bakur û Rojhilatê Sûriyê Qanûna Dabeşkirina Rêveberî erê kir.

di nava dabeşkirina rêveberî de gelek guhertinên nû çêbûn, gelek navçe veguherîn bajar û serjimêra her bajarekî mezin, bajar, bajarok, gund û malgund hatin eşkerekirin.

Meclisa Gelan a Demokratîk a Rêveberiya Xweser a Herêma Bakur û Rojhilatê Sûriyê di rûniştina xwe ya 98ˊan de li ser Qanûna Dabeşkirina Rêveberî ku ji 5 madeyan pêk tê, erê kir.

Di civînê de reşnivîsa Qanûna Dabeşkirina rêveberî hate xwendin. Reşnivîs ji 5 madeyan pêk tê ku naveroka wan weha ye: Dabeşkirina rêveberî yên Rêveberiya Xweseriya Demokratîk a Herêma Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê, Dabeşkirina rêveberî yên her kantonekê, nûkirina yekîneyên rêveberî.

Li gor dabeşkirina nû ya rêveberî Herêma Bakur û Rojhilatê Sûriyê ji 7 kantonan pêk tê ku ew jî kantonên Cizîr, Firat, Reqa, Dêra Zorê, Minbic, Tebqa û Efrîn û Şehba ne.

Her kantonek ji Bajar, Bajarok, Navçe, Gund, Malgundî û yekîneyên niştecihî pêk tên, Bajar jî ji Bajarok, Navçe, Gund, Malgundî û yekîneyên niştecihî pêk tên.

Li gor dabeşkirinê, her bajarekî mezin ji 200 hezar kes, Navçe ji 5 hezar heta 35 hezar kes, gund ji sed heta 5 hezar kes her wiha Malgundî jî ji 100 kesî pêk tê.

Di nava dabeşkirina rêveberî de gelek guhertinên nû pêk hatin, ji wan guhertinan jî weha ne, li kantona Cizîrê Qamişlo û Hesekê wekî bajarên mezin hatin ragihandin, her wiha Dêrik, Girkê Legê, Tirbespiyê, Çilaxa, Til Hemîs, Amûdê, Şedadê, Tiltemir, Serê Kaniyê, Dirbêsiyê û Zirganê wekî bajar hatin ragihandin.

Li kantona Dêra Zorê jî EL Kesra, EL Cezrat, El Sûwer, El Bisêra û Hecîn wekî bajar hatin ragihandin, li kantona Reqayê jî, Reqa wekî bajarekî Mezin hate ragihandin û El Kerame, El Hos û Hizême jî wekî bajar hatin ragihandin.

Li kantona Firatê jî Kobanê wekî bajarê mezin hate ragihandin û Sirîn, Qenaya, Qadiriye, Eyn Îsa û girê Spî wekî bajar hatin ragihandin.

Li kantona Minbicê bajarê Minbicê wekî bajarê mezin hate ragihandin û Ebû Qelqel û El Muhteriq wekî bajar hatin ragihandin.

Her wiha Efrîn wekî bajarê mezin hate ragihandin. Raco, Cindirêsê, Mebata, Şeran, Şiyê, Şehba û Til Rifet jî wekî bajar hatin ragihandin.

Li kantona Tebqa jî Tebqa wekî bajarê Mezin û Mensora û El Cirniyê wekî bajar hatin ragihandin.