LI DÊRA ZORÊ DERXISTINA MALBATAN A JI KAMPA HOLÊ HAT NÎQAŞKIRIN
Meclisa Rêveber a kantona Dêrezorê ji bo pêkanîna encamên Konferansa xurtikirina Ewlehiyê, forumek ji bo malbatên ku ji kampa Holê vedigerin, li dar xist.
Di forumê de mijarên têkildarî malbatên ku ji kampa Holê vedigerin û pabendbûna wan a qanûnî û ewlekarî hat nîqaşkirin.
Her wiha mijara ji nûve tevlêkirina wan a ji bo civakê û peydakirina pêdiviyên wan bûne mijarên sereke yên nîqaşê.
Ev forum piştî xebata derxistina 139 malbatan ji kampa Holê li ser 2 beşan de tê li darxistin.