Kanala ROJAVA TV

KOMBÛNA JINÊN ZENÛBIYA SALVEGERA 19’AN A DAMEZRANDINA KJK BI ŞAHIYEKÊ PÎROZ KIR

Bi boneya 19’emîn salvegera damezrandina Komalên Jinên Kurdistanê (KJK) Kombûna Jinan a Zenûbiya îro danê sibê şahiyek li ser asta kantona Reqayê li dar xist.
Şahî bi amadebûna tevgerên jinan, nûnerên partiyên siyasî , saziyên sivîl û leşkerî li Reqayê hat lidarxistin.
di Pîrozbahiyê de Kombûna Jinan a Zenûbiya û Komalên Jinên Kurdistanê (KJK) axaftin kirin û tê de xebatên jinên ku doza mafên xwe û azadiya bîrdozî ya bi analîzên Rêber Abdullah kirine, nirxand.
Pîrozbahî bi gotina strana û gerandina dîlanên gelerî bi dawî bû.