Kanala ROJAVA TV

HILBIJARTINÊN NAVXWEYÎ YÊN KONGRA STAR Û PYD’Ê BEREV DAWIYÊ VE DIÇIN

Hilbijartinên navxweyî yên Kongra Star û PYD’ê berev dawiyê ve diçin û navên namzetên hevşaredariyê têne aşkerekirin.

Namzetên hevşaredariyê behsa proje û planên xwe dikin.

Kêmtirî mehekê ji bo lidarxistina hilbijartinên giştî yên şaredariyan ku biryar e 30’ê gulanê bêne pêkanîn, mane.

Tifaqa Kongra Star û PYD’ê jî di wê çarçoveyê de hilbijartinên navxweyî li dar dixe û namzetên xwe destnîşan dike.

Duh hilbijartinên Kongra Star û PYD’ê li bajarokê Tenûriyê yê bajarê Qamişlo bi rê ve çûn. Piştî bidawîbûna proseya dengdanê, encamên giştî hatin ragihandin.

Namzetê ku rêjeya herî zêde ya dengan bi dest xistî, ji Rojava TV re axivî.Li bajarê Kobanê jî piştî bidawîbûna proseya dengdanê namzetên Tifaqa PYD’ê û Kongra Star hatin aşkerekirin.

Hilbijartinên navxweyî yên PYD’ê û Kongra Star dê heya 3’ê vê mehê dewam bikin. Piştre dê navên namzetan bo komîseriya bilind a hilbijartinan were şandin û dê namzet dest bi aşkerekirina bername û projeyên xwe bikin.