Kanala ROJAVA TV

BI HEZARAN ŞÊNIYÊN BAKUR Û ROJHILATÊ SÛRIYÊ SERDANA GORÊN ŞEHÎDAN KIRIN

Di berbanga sibeha Cejna Remezanê de, bi hezaran xelkên bakur û rojhilatê sûriyê herikîn pakrewangehan û bûn mêvanê gorên nemiran.

Li Qamişlo û Hesekê, gel bi girseyeke mezin berê xwe dan goristanên Ş.Delîl Saroxan û Ş.Dijwar û şehîdên xwe bi bîr anîn û gul danîn ber serê wan.

Li herdu goristanan bi dehan Malbatên şehidan, gaziyên şoreşê, sazî û dezgehên rêvberiya xweser amade bûn.