Kanala ROJAVA TV

XELKÊN HESEKÊ Û HELEBÊ MÛM LI SER GORÊN ŞEHÎDAN PÊXISTIN

Şêniyên Herêma Bakur û Rojhilatê Sûriyê di şeva cejna Remezanê de mûm li ser gorên şehîdan pêxistin.

Bi sedan şêniyên bajarê Hesekê û Helebê di şeva cejna Remezanê mûm li ser gorên şehîdan pêxistin û tekez kirin ku ji bo parastin nirx û destkeftiyên şehîdan ew ê hevgirtina xwe xurt bikin.