Kanala ROJAVA TV

TEVGERA ÇAND Û HUNERÊ YA FRATÊ AMADEKARIYÊN NEWROZÊ BI DAWÎ KIRIN

Tevgera çand û hunera demokratîk ya kantona Firatê amadekariyên xwe yên ji bo pîrozkirina cejna Newrozê bi dawî kirin.
Kom û ekîbên tev çandê yên kantona Firatê li navenda çand û hunera Baqî Xido kom bûn û berhemên xwe yên ji bo Newrozê pêşkêş kirin.
Komîteya amadekar asta pêşandana berhemên hunerî nirxand û ragihand ku komên wan ji bo Newrozê amade ne.
Her wiha komîteyê da zanîn ku dê 8 komên hunerî û çandî berhemên xwe yên weke stran, şano û govendê pêşkêş bikin.
Newroza îsal ya li Kobanê dê li Kaşê Miştenûrê ku sembola Newrozê ye, bi coşeke mezin were pîrozkirin.