6 SAL DI SER DAGIRKIRINA EFRÎNÊ RE DERBAS DIBE
Ji destpêka dagirkirina Efrînê di 18’ê Adara 2018’an de û piştî berxwedana 58 rojan li hember balafirên dewleta Tirk a dagirker, ji sedî 80 şêniyên wê koçber bûn.
Ev 6 salin tijî , dagirkirkin, koçberkirin, qetlkirin, gugartina demokrafî û revandin ê re derbas dibin.
Emîn Xelîl Koçberekî Efrînî ye û li wargeha şehbayê bi cih bûye derbarê salvegra dagirkirina Efrînê de got koçberkirina ji war û mala xwe rastiyeke bi êş û zehmet e.
Emîn xelîl balê dikişane ser hovêtî û sûcên dewleta Tirk a dagirker ku li Efrînê li dijî kurdan û bi teybetî sûcên li dijî zarokan pêk tîne.
ji destpêka dagirkirina Efrînê ve 706 welatî hatin kuştin û zêdetirî 9 hezar û 8 welatiyên sivîl jî hatin revandin, ji wan hezar û 200 jin û 600 zarok in.
bi sedan jinên revandî rastî tecawîzkirinê û tundiyê hatin.