ŞÊNIYÊN TAXA ENTERIYÊ NEWROZ LI RÊBER APO PÎROZKIRIN
Şêniyên taxa Enteriyê ya Qamişlo di çarçoveya rêzeçalakiyên cejina Newrozê de şahiyek pîrozbahiyê li dar xistin.
Li ser banga Meclisa Malbatên Şehîdan a bajarê Qamişlo, şêniyên taxa Antariyê şeva borî agirê Newrozê dadan û wêneyên Rêber APO bilind kirin her wiha diruşmeyên’Bê Serok jiyan nabe’ berz kirin.
di Şahiyê de awaz û stranên kurdî û şoreşgerî hatin gotin.
beşdarên pîrozbahiyê tekezî bi bilind kirina asta têkoşînê kirin û gotin, dê Newroza îsal bibe Newroza azadiya Rêber APO .