Kanala ROJAVA TV

KOMELEYA KEZÎYÊN KESK JI BO PARASTINA JÎNGEHÊ DÛLABAN KOM DIKE

Ji bo parastina jîngehê ji dûman û qirêjiyê û bi hatina cejna Newrozê re, Komeleya keziyên Kesk bi hevkariye Şaredariya Gel a Qamişlo, kampaniyek komkirina dolaban da destpêkirin.
Ji bo rêgiriya li ber şewitiandina dolaban di şeva Newrozê de Komeleya keziyên Kesk bi hevkariye Şaredariya Gel a Qamişlo dolab û paşmayên wan komdikin û li cihên taybet bicih dikin.
doh jî kampaniya li taxa hilêliyê birêve çû û 40 dolab hatin komkirin.
rêveberê Komeleya Keziyên Kesk Zîwar Şêxo behsa rêveçûna hemleyê dike.